Wezareta Navxwe ya Kurdistanê biryarên bo Cejna Remezanê eskere kirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê qedexeya çûnûhatinê ya rojên Cejna Remezanê de hin biryar dan.
Wezarta Navxwe bi daxuyaniyeke nivîskî ya ji 3 xalan pêk tê ragihand, qedexeya çûnûhatinê ya rojên cejnê desthilata wê ji parêzger û berpirsên îdareyên serbixwe re tê dayîn û qedexeya çûnûhatinê ya temamî yan jî sînordar bicihanîna wê di desthilata wan de ye.
Hat diyarkirin, qedexeya çûnûhatinê ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê de jî dê weke xwe bimîne û berdewam be.
Wezareta Navxwe herwiha destnîşan kir ku biryarên wan bi mebesta pêbendbûna bi tedbîrên xweparastinê û rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê ne û asankarî ji bo karê rojane yê hemwelatiyan di rojên cejnê de tê kirin.
Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê jî li ser rojên Cejna Remezanê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku di rojên cejna Remezanê de li parêzgeha Hewlêrê qedexeya hatûçûnê nabe û rê bi hemwelatiyan re tê dayîn bi pêkanîna tedbîrên tenduristiyê hatûçûnê bikin û cejna xwe birêve bibin.
Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, nimêja cejnê li mizgefan rêpêdayî ye, lê ji mamostayên olî û pêşnimêjan daxwaza pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin