Wezareta Navxwe ya Kurdistanê biryarên nû yên bo koronayê eskere kirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo xwerparastina ji vîrûsa Koronayê (Covid-19) çend biryarên taybet derxistin û daxwaz ji welatiyan jî hat kirin pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.
Biryarên Wezareta Navxwe, piştî civîna doh 1ê Adarê ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê hatin derkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, rêkarên xweparêziyê yên ji aliyê Wezareta Tnduristiyê ve hatine diyarkirin, li sazî û dezgehên hikûmî, navendên xwendinê, bazar û cihên giştî berdewam dibin, wek danîna maskan û dûrketina civakî.
Biryarên hatine derkirin wiha ne:
- Hemû cûre civîn û kombûn û konferans û boneyên olî û civakî qedexe ne.
- Helmetên hişyarkirina tenduristî li temamê fermangeh û saziyên hikûmetê û navendên perwerdehî û cihên giştî, dê berdewam bibin.
- Divê kafeterya û xwaringeh, li derve û li baxçê xizmetên xwe pêşkêş bikin, cihên ku baxçeyê wan tune, divê bi hejmareke sînordar pêşwazî li mêvanên xwe bikin.
- Divê hejmara amadebûyên dawet û şahiyan were sînordarkirin, bi awayekî ku rê li ber qerebalixiyê were girtin.
- Kombûna li ser qebran û danîna taziyeyê li mizgeft û li malan û vedana konê şînê, bi hemû awayî qedexe ne.
- Holên sînemayan li hemû mol û bazarên li Herêma Kurdistanê dê werin girtin.
- Sînorê Herêma Kurdistanê ligel parêzgehên Iraqê dê di rojên pêncşem, în, şemî yên 5 heta 7ê meha Adarê werin girtin.
- Karê bazirganiyê yê li deriyên sînorî û ligel parêzgehên Iraqê dê berdewam bibin tevî liberçavgirtina hemû rêkarên xweparêziyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin