Wezareta Naxwe ya Kurdistanê biryarên nû ji bo koronayê derxistin: Ceza tên…

19 July 2021 19:38 0 dîtin
Wezareta Naxwe ya Kurdistanê biryarên nû ji bo koronayê derxistin: Ceza tên…

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, piştî biryarên Wezareta Tenduristiyê hejmarek biryarên nû li ser rewşa metirsîdar a koronayê li Herêma Kurdistanê derxist.

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê 13 biryar derxistin ku li gorî wan biryaran, her kesê ku maskê nede ber devê xwe dê 20 hezar dînar were sizadan, divê karmendên hikûmetê derziya koronayê li xwe bidin û kî jî li xwe nede dê were sizadan.

Wezareta navxwe li ser nimêjên giştî û mizgeftan jî ragihand, divê di nimêjên giştî û li nav mizgeftan de mask bên girêdan û navbera mirovan de herî kêm 2 metre hebe.

Herwiha çûyîna ser qebran û danîna merasimên şîn û şahiyan jî qedexe ye, kî jî vê yekê binpê bike dê 2 milyon dînaran were sizadan.

Wezareta navxwe ya Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan kir, di rojên cejnê de neçin dîtina hev û xwe ji cihên qerebalix dûr bigirin.