Di Cejna Remezanê de zêdetirî 60 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav rojên betlaneya Cejna Remezanê de, ji ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û deriyên sînorî zêdetirî 60 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kiriye.
Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê Îsmaîl Mînaxan ji medya Kurdistanê re ragihandiye: “Di dema betlaneya cejna Remezanê de, ji 25ê Nîsanê heta îro 60 hezar geştyar bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û bazgeh û Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran serdana parêzgeha Hewlêrê kirin.”
Beriya cejnê jî hatibû ragihandin ku Hewlêr amadekariya pêşwazîkirina 150 hezar geştyaran dike.
Mînaxan gotiye, hemû amadekarî û hêsankarî ji bo serdana geştyaran hatine kirin û hatina geştyaran ji başûr û naverasta Iraqê ji bo paytexta Kurdistanê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin