Li Hewlêrê zêdetirî 100 hezar gestiyaran ji bo cejnê serdana bajêr kirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê zêdetirî 100 hezar geştiyaran ji bo cejnê serdana bajêr kirine û tê pêşbînîkirin ku di rojên cejnê de hejmara geştyaran zêdetir bibe.
Li gor Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro diyar kir, bi boneya Cejna Qurbanê, hejmarek mezin ji geştiyaran berê xwe dane Hewlêrê û bajarên Herêma Kurdistanê, ji 19ê mehê û heta 27 mehê, zêdetir ji 100 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirine.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, tê pêşbînîkirin di rojên betlaneya cejnê de hejmara geştiyarên ku serdana Hewlêrê bikin, zêdetir bibe.
Herî dawî jî got: “Ewlehî, aramî û xwezaya xweş a Kurdistanê sedemên wê yekê ne ku geştyar ber bi wê ve diçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin