Li Balafirgeha Hewlêrê di tedbîrên koronayê de ti guhertin çênebûne
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê piştî ragihandina biryarên nû yên bo rûbirûbûna koronayê eşkere kir ku ti guhertin di rênimayan de çênebûne.
Rêveberiya Giştî ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, îro 3yê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand, “Piştî belavbûna nûçeya karantînekirina geştiyarên ku têne Herêma Kurdistanê li çend kanalên ragihandinê, em welatî û geştiyarên birêz agahdar dikin ku ti guhertin di rênimayên Wezareta Navxwe de nehatine kirin.”
Rêveberiya da zanîn, “Geştiyar piştî vegera wan, divê ew xwe li cihên nişticihbûna xwe ji bo dema ku di rênimayên Wezareta Tendirsutiyê de hatiye diyarkirin karantîne bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin