Li Hewlêrê biryarên nû bo rêgiriya koronayê hatin eskere kirin

04 August 2021 14:21 0 dîtin
Li Hewlêrê biryarên nû bo rêgiriya koronayê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê ji bo çavdêriya bicihanîna rêkarên xweparêziyê li hemû deverên bajêr tevahiya hêzên navxwe, tîmên qeymeqamtî û şaredariyê raspardin.

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê ragihand, ji bo parastina selametî û tenduristiya giştî ya bajaran ku ji ber belavbûna bilez a vîrûsa koronayê, roj bi roj metirsiyên wê li ser welatiyan zêde dibe, wan hin biryarên nû dane.

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir, ji bo parastina tenduristiya xwe û ya giştî, pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û rêkarên xweparêziyê bi kar bînin û bi taybet maskan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji îro ve tevahiya hêzên navxwe, tîmên qeymeqamtî û şaredariyê hatine raspardin ji bo çavdêriya cibicîkirina rêkarên xweparêziyê bi awayekî hûr li tevahiya cihên giştî, mizgeft, kilîse, bazar, xwaringeh, kafeterya, holên werzişê, norîngeh û navendên bijîşkî, park, ajokarên otomobîlan yên giştî û taybet bikin.

Herwiha Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê tekez kir ku divê welatî bi rênimayên tenduristiyê pabend bin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin û maskan li fermangehên hikûmî bi kar bînin û her kesê pabend nebe, dê rûbirûyî rêkarên yasayî bibe.