Biryarên civîna Lijneya Bilind a Koronayê hatin eskerekirin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil piştî civîna îro ya Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê bi civîneke rojnemevanî ragihand ku wê perwerde weke niha berdewam bike û biryarên civînê eşkere kirin.
Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê îro 14ê Cotmehê bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û çend wezîr û serokên encûmenên parêzgehan civiyan.
Piştî civînê Dr. Cotiyar Adil li ser naveroka civîna Lîjneya Bilind a Koronayê zanyarî dan û got, biryar hatiye dayîn perwerde weke niha berdewam bike û tedbîrên xweparastina ji Koronayê wê berdewam bin.
Adil tekez kir, wê hemû alî berdewam bin j bo cîbicîkirina tedbîrên nexweşiya Koronayê de û wê perwerde jî berdewam bike.
Cotiyar Adil got ku her kesê maskê bikar neyîne wê were cezakirin û wê li hemû dezgehên hikûmî tedbîrên xweparastina ji Koronayê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin