Mesrur Barzanî civîna Komîteya Bilind a Koronayê birêve bir: Biryarên nû hatin standin

13 July 2020 17:22 0 dîtin
Mesrur Barzanî civîna Komîteya Bilind a Koronayê birêve bir: Biryarên nû hatin standin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê bi riya vîdyokonferansê seroktiya civîna Komîteya Bilind a Wezarî bo Rûbirbûna Koronayê kir. Di civînê de çend biryar hatin standin.

Piştî civîna ku bi beşdariya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, hat ragihandin ku rewşa niha ya belavbûna nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê, pêngavên sînordarkirina wê vîrusê, aktîvkirina rêkarên xweparêziyê û pabenbûn bi rênimayên tendirustî hatin nirxandin.

Wezîrê Tenduristiyê raportek derbarê rêjeya pêketiyan, miriyan û başbûyan pêşkêş kir, ku amaje bi sedemên bilindbûna hejmara pêketiyan û bilindbûna rêjeya wê kir, ku sedema sereke, pabendnebûn bi rênimayên tendirustiyê ye.

Piştre Wezîrê Navxwe, Veguhastin û Gihandin û Fermengeha Pêwendiyên Derve têbîn û nirxandinên xwe derbarê rêkarên xweparêziyê û asta pabendnebûna bi rênimayan pêşkêş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronî xiste ser metirsiyên belavbûna zêdetir a vîrusê li Herêma Kurdistanê û zêdebûna rêjeya pêketiyan û miriyan û amaje bi wê da, ku mixabin ji ber siyasetkirina wê babetê û pabendnebûna bi rênimayan, hejmara pêketiyan û miriyan roj bi roj bilind dibe. Ji ber wê, careke din daxwaza ji welatiyan dikim, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe, kesûkarên xwe û civakê biparêzin.

Piştî nirxandina pêwîst ji rewşê re, Komîteya Bilind a Wezarî bo Rûbirûbûna Koronayê ev biryar dan:

Yekem: Herdu wezart Tendirustî û Navxwe bi derkirina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê yên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê û spandina bikaranîna mask û lepikan û têkelnebûnê li cihên giştî, wezaret û fermangehên hikûmî berdewam bin û pêdaçûnê ji bo bicihkirina wan biryarên pêştir ji Encûmena Wezîran derketine bikin û serpêçan siza bidin.

Duyem: Qedexeya çûnûhatinê di navbera bajaran û di navbera parêzgehan de heta dema ku ji aliyê odeya operasyonên parêzgehan ve hatine ragihandin berdewam be û girtina cihên giştî berdewam be.

Sêyem: Geştên esmanî heta 22ê vê mehê radiwestînin û piştre bi hevahengiya bi Hikûmeta Federalî ya Iraqê re, biryara pêwîst di wê derbarê de bi berçavgirtina rêkar û rênimayên tendirustî tê dayîn.

Çarem: Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Fermangeha Medya û Zanyariyan di çarçova biryar û rênimayên Wezareta Tendirustiyê hatin raspardin ji bo berdewambûna bi hilmeta hişyarkirina welatiyan bo pabendbûn bi rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bi hevkarî û hevahengiya bi dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê re.