Mesrur Barzanî civîna Civata Bilind a Veberhênanê li dar xist

20 May 2020 20:55 0 dîtin
Mesrur Barzanî civîna Civata Bilind a Veberhênanê li dar xist

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, bi beşdariya wezîr û aliyên pêwendîdar civîna Civata Bilind a Veberhênanê li Herêma Kurdistanê li dar xist.

Di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û Wezîrên peywendîdar beşdar bûn de, danûstandinên ser rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û pêşxistina proseya veberhênanê li Herêma Kurdisetanê, hat gotûbêj kirin.

Serokê Hikûmetê bal kişan ser ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike da ku binemayeke bihêz ji bo Herêma Kurdistanê ava bike û çavkaniyên dahatê jî hemecor bike û girîngiyeke zêdetir bide kertên çandinî, pîşesazî û geştiyariyê.

Di civînê de, herwiha danûstandin derbarê reşnivîsa yasaya nû ya veberhênanê hat kirin ku biryar e van nêzîkan li pêşiya Civata Wezîran ji bo pejirandinê bê danîn.

Tekezî li wê yekê jî hat kirin, ku pêwîste veberhênan li Herêma kurdistanê li ser binemeya pêdivîyên Herêma Kurdistanê û berjewendiya giştî be.