Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê îro dicive

27 July 2021 12:00 0 dîtin
Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê îro dicive

PeyamaKurd – Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê, îro dicive. Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî diyar kir, pêkan e qedexeya hatûçûnê bi şêweyekî sînordar were ragihandin.

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî da zanîn, tundkirina tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Koronayê ji bo maweya çend hefteyekê bi armanca parastina canê hemwelatiyên wê were pêkanîn.

Herwiha Dr. Saman Berzincî destnîşan kiriye, pêkan e qedexeya hatûçûnê bi şêweyeke sînordar û bi şevan û di rojên betlanê de qedexe were ragihandin û rê li ber qerebalixiyê were girtin.