Îro Lijneya Bilind a Tekosîna Hember Vîrusa Koronayê dicive

30 March 2021 13:05 0 dîtin
Îro Lijneya Bilind a Tekosîna Hember Vîrusa Koronayê dicive

PeyamaKurd – Biryar e îro Lijneya Bilind a Tekoşîna Hember Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê bicive û hin biryarên nû bo xweparastinê bide.

Li gor zanyariyan, îro 30.03.2021ê di saet 14:30an de, Lijneya Bilind a Tekoşîna Hember Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Parêzger û îdareyên serbixwe ve, dê bicive û hejmarek biryarên nû bo xwe parastinê dê bide.

Hat diyarkirin, di civînê de pêdeçûn dê biryarên xwe parastinê de bên kirin û herwiha dê biryar derbarê proseya xwendinê de jî bê dayîn.