Lijneya Bilind a Tekosîna li Hember Vîrusa Koronayê îro dicive
PeyamaKurd – Lijneya Bilind a Tekoşîna li Hember Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê dicive û guftûgoyê dê derbarê tedbîrên xweparastin û dibistanan de bike.
Serokê Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind Ebdulselam Dolemerî daye zanîn: ‘‘Îro 22.02.2021ê Lijneya Bilind a Tekoşîna li Hember Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê dicive û guftûgoyê dê derbarê tedbîrên xweparêziya Korona û tundkirina tedbîrên xweparêzî û dewama dibistanan de bike.’’
Derbarê dewama dibistanan de jî, Serokê Lijneya Perwerdê destnîşan kir: ‘‘Tu metirsiyek li ser tendurustiya dibistanan tune, ew gotegotên derbarê daxistina deriyên dibistanan de jî ji rastiyê dûr in.’’
Lijneya Bilind a Tekoşîna Hember Vîrusa Koronayê, di vê civînê de dê pêdeçûnê li ser tedbîrên xweparastin û tendurustiya dibistanan bike. Herwiha çend biryarên nû derbarê tedbîrên xweparêziyê de dê derxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin