Xosnaw: Lijneya Bilind a Tekosîna Dijî Sewba Vîrusa Koronayê 25ê vê mehê dicive
PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kiriye, Lijneya Bilind a Tekoşîna Dijî Şewba Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê wê bicive.
Umêd Xoşnaw daye zanîn: ‘‘Lijneya Bilind a Tekoşîna Dijî Vîrusa Koronayê, roja 25.10.2021ê wê bi serpereştiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bicive.’’
Di civînê de, lijne wê guftûgoya li ser pêşketinên dawî yên taybet zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê û derziyên dijî Koronayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin