Lijneya Rûbirûbûna Koronayê 2 pêsniyarên qedexeyê red kirin
PeyamaKurd - Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 pêşniyarên ji bo qedexeya giştî û sînordarkirî red kir.
Hat ragihandin ku ji civîna îro ya Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê çavkaniyekê ragihandiye ku 2 pêşniyarên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê qedexeya hatûçûna giştî û sînordar hatin redkirin û pêşniyarên din jî têne gotûbêjkirin.
Civîna Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê berdewam dike û çav li rê ye, piştî civînê biryarên nû bo tedbîrên koronayê werin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin