Almanya ji bo rûbirûbûna koronayê 12 hezar leskeran seferber dike

14 November 2021 21:59 0 dîtin
Almanya ji bo rûbirûbûna koronayê 12 hezar leskeran seferber dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Berlînê ya Almanyayê ji bo bicihkirina di rûbirûbûna pandemiya koronayê de, amadekariya seferberkirina 12 hezar leşkeran dike.

Li gorî zanyariyên medya Alman, tê pêşbînîkirin di çend hefteyên pêş de rewşa koronayê xirab bibe û ji ber wê jî amadekarî ji bo seferberkirina 12 hezar leşkeran tê kirin.

Hatiye diyarkirin ku wê ew leşkerên werin erkdarkirin li nexweşxaneyên barê wan ê nexweşên koronayê giran bibe û ji bo desteka pîrûkalên li navendên pîrûkalan dimînin alîkariyê bidin.