Hikûmeta sivîl seferberî ragihand: Her meh 5 hezar leskeran digire
PeyamaKurd – Hikumeta sivîl a Yekîtiya Netewî li welatê Myanmarê, li dijî rêveberiya leşkerî ya bi darbeyê hatiye ser kar, seferberî ragihand û eşkere kir, ew dê ji meha Nîsanê pêde her meh 5 hezar jin û mêr bikin leşker.
Sibata sala 2021ê li Myanmarê derbeya leşkerî pêk hatibû û artêşê dest danî bû ser rêveberiyê û komên li dijî derbeyê jî piştre zêdetirî nîvê xaka welat xistibûn bin kontrola xwe.
Artêşa Myanmarê ya girêdayî hikûmeta sivîl ragihand ew ê salê 60 hezar kesan bigrin leşkeriyê ku bîryar meha Nîsanê tê bicîkirin û her meh 5 hezar jin û mêr wê bikin leşker.
Li gorî biryarê mêrên ku temenê wan di navbera 18 û 35 û jinên temenê wan di navbera 18 û 27 saliyê de bin, wê 2 salan leşkeriyê bikin. Artêşê ragihandiye ku li welat 14 mîlyon welatiyên bikaribin leşkeriyê bikin hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin