Kurdistan | Biryarên nû yên rûbirûbûna koronayê hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro Duşemê de, çend biryarên nû derxistin.
Li gorî biryarên hatine dayîn; derzîlêdana koronayê li piraniya cihên girtî ji bo xwendekar, karmend û ciwanên ser 18 salî dibe bi neçarî. Herwiha danîna şînan û kombûn qedexe ye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê eşkere kir ku pêşniyazên Wezareta Tendirustiyê yên di civînê de hatine pêşkêşkirin bi koma dengan hatine pesendkirin.
Biryarên nû yên hatine dayîn ev in:
- Proseya perwedehiyê li dibistan, zanîngeh û peymangehan berdewam dibe û divê hemû maskan bikar bînin.
- Heta 1/1/2022an, divê tevahiya karmendên hikûmetê derziyê werbigirin û neçarî ye, her kesê pabend nebe jî dê rêkarên yasayî li hember wî werin girtin.
- Hemû xwendekarên di ser 18 saliyê re ne, divê derziyê werbigirin û neçarî ye.
- Karmend û xwediyê kar ên sektora taybet divê derziyê werbigirin û neçarî ye.
- Bi ti awayî rê nayê dayîn kombûnên civakî bên kirin û konên şîniyê bên danîn.
- Navendên derzîlêdanê tên zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin