Di civîna Kabîneya Kurdistanê de hejmarek biryarên nû hatin standin...
PeyamaKurd - Îro çarşemê 12ê Çileya 2022yan bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.
Di civînê de biryar hat dayîn ku pêwendî û hemahengiya ligel Hikûmeta Federal a Iraqê di warê berevanî û rûbirûbûna teror û budce û çavdêriya darayî de were pêşxiştin û biryar hat dayîn ku bi rêjeya %15 erzanî ji bo elektrîk û avê bê kirin.
Di destpêka civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û Wezîrê Navxwe behsa amadekariyên wezaretên pêwendîdar kir li ser rûbirûbûna vîrusa Koronayê û bi taybetî piştî derketina çend kesên vîrusa Omicronê li Duhokê.

Encûmena Wezîran biryarên dawî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê pesend kir û tekezî li ser pêşvebirina helmetên wergirtina vaksînê di dema destnîşankirî de kir û bal kişand ser bikaranîna maskan ji aliyê welatiyan ve, bi taybetî li cihên giştî û xizmetguzarî ji bo parastina tendirustiya giştî û rêgirtina li zêdebûn û belavbûna vîrusê.
Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê Xalid Çawişlî raportek li ser pêşveçûn û encamên karê tîma hevbeş a herdu Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê li ser cîbicîkirina pabendiyên herdu hikûmetên Federal û Herêmê li gor yasaya budceyê ya Iraqa Federal ji bo sala 2021ê pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran tevî destxweşî li hewlên Dîwana Çavdêriya Darayî kir, wezîr raspartin ku hemahengiya pêwendiyên ligel hevtayên xwe yên li Hikûmeta Federal pêş bixin.
Di heman demê de Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku bi hemahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêmê, pêdaçûnê bikin bi yasa û rênima û pisûle û belgenameyên din ên kar pê hatine kirin di warê darayî û jimêryariya giştî û nûkirina wan de li gor pîvanên hevdemî yên vî warî, da ku hevta bibe ligel sîstema darayî ya kar pê hatiye kirin li Hikûmeta Federalî bi reçavkirina desthilatên destûrî di heman demê de jî di warê prose û muameleyên darayî de bi awayekî hevdemî were rêkxistin, dûr ji rutîn û belawelakirina dem û şiyanê, weke pêngavek jî ji bo pêşvebirina şefafiyeta di warê darayî ya giştî de û sûdwergirtina ji teknolojiyê di cîbicîkirina muameleyên darayî de û dûrketina ji şêwaza klasîk a kar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin