Di civîna kabîneya Kurdistanê de mijarên girîng hatin gotûbêjkirin...

03 June 2020 19:21 0 dîtin
Di civîna kabîneya Kurdistanê de mijarên girîng hatin gotûbêjkirin...

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî civiya.

Serokwezîr Mesrur Barzanî di destpêka civînê de, bal kişand ser zêdebûna metirsîya koronayê û hejmara qurbanîyan û serxweşî da malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û selametî ji bo nexweşên din ên koronayê xwest.

Barzanî herwiha spasîya pabendbûna hemwelatîyan ji bo pabendbûna wan bi rêkarên xweparêzîyê û rênimayîyên tenduristîyê kir û wiha pê de çû:

“Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe ji girtinebera her rêkarekê bo paraztina selametîya hevwelatîyan û ti kêmasîyekê jî di vî warî de nekirîye û ewa pêwîst bûye encam daye û di niha de berpirsyarîya serke dekeve di stûyê xelkê de bo paraztina xwe, hevwelatîyan û civakê. Hikumetê li dirêjedana girtinebera rênimayîyên tendurisî, jîyan û jîyar xelkê li ber çav bêne girtin û ziyan bi wan nekeve, lê cihê daxê ye, xelkek dixwaze evê mijarê ku peywendîya rasterast bi jîyan û tenduristîya xelkê ve heye, bi sîyasî bike û guman ji hebûna metirsîya vayrosê durist kirine û hana xelkê didin pabendî rênimayîyan nebin. Lew ev kesên hanê dê rûbirûyê yasayê bin.”

Di beşeke din de, Serokwezîr Barzanî ronahî xiste ser diyologa stratejîk di navebra Iraq û Amerîkayê de, ku biryare di vê mehê de bê encamdan û Herêma Kurdistanê jî tê de pişikdar be. Civata Wezîran biryar da serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê, nûnerê herêmê be di wê dayelogê de.

Mesrur Barzanî di civînê de raportek derbarê hûrgilîyên danûstandinên şanda bala ya hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta federal pêşkeş kir û da zanîn ku danûstandin li gel hikumeta nû ya Iraqê berdewam dibe bo çareserkirina arîşeyên taybet bi petrol û darayîyê li ser binemayên destûrê.

Di civîna kabîneyê de raporta komîteya bala ya çaksazîyê jî hate pêşkeşkirin û hat gotin, heya niha pêngavên baş bi rê kirine û rêkar û mekanîzmên pêwîst û peyrewa bicihkirina wê derketiye.

Di dawîya civînê de, Civata Wezîran herdu proje yasa (Maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê) û ( li stûkirina fermanberan li Herêma Kurdistanê) bi tevaya dengan pesend kir.