Naveroka civîna kabîneya Kurdistanê hat eskere kirin: 2 qeza dibin îdareyên serbixwe

28 July 2021 17:20 0 dîtin
Naveroka civîna kabîneya Kurdistanê hat eskere kirin: 2 qeza dibin îdareyên serbixwe

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna îro 28ê Tîrmehê ya bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, çend biryarên nû der kirin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê biryar da, her du qezayên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe.

Di beşa yekem a civînê de, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ronahî xistin ser hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo rêkûpêkkirina dahatên navxweyî.

Serokwezîr Barzanî tekezî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêmê hemû hewlên xwe ji bo rêkûpêkkirina dahata giştî bi armanca dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dide, ku karê herî pêşî yê hikûmetê ye.

Cîgirê Serokwezîr diyar kiriye ku mebesta sereke ji rêkûpêkkirina dahatan, xizmetkirina welatiyan e û ji wezaretan daxwaz kiriye ku ji bo serxistina vê proseyê alîkar bibin.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raportek li ser rewşa tendirustiyê û zêdebûna berçav a hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û bilindbûna hejmara mirinên bi vê vîrusê û rêkarên rûbirûbûna zêdebûna Koronayê pêşkêş kirine. Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina wan rêkarên xweparastinê kiriye ku piştî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar li ser hatine dayîn, bi awayekî ku hevsengiya navbera debar û karê welatiyan û parastina tendirustiya wan li ber çavan were girtin.

Di beşa sêyem de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku her du qezayên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe.

Serokwezîr destnîşan kir ku qezayên Soran û Zaxo du deverên mezin û berfireh û girîng in û dema bibin îdareyên serbixwe, ji bo welatiyên wan her du deveran dê hêsankariyên mezin bike.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed behsa bingeha yasa û îdare yên deverên Soran û Zaxoyê kir ji bo îdareya serbixwe. Encûmena Wezîran biryara pêkanîna îdareyên serbixwe li Soran û Zaxoyê da û Wezareta Navxwe û wezaretên pêwendîdar raspart ku rêkarên yasayî û îdarî yên pêwîst ji bo cîbicîkirina vê biryara Encûmena Wezîran pêk bînin.