Naveroka civîna hikûmeta Kurdistanê hat eskere kirin
PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro seraktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin, di destpêka civînê de, Serokwezîr ronahî xiste ser serdana vê hefteyê ya şanda Hikûmeta Iraqî bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Herêma Kurdistanê û diyar kir ku bi şanda Iraqî re tekezî li girîngiya pabendbûna bi rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya derbarê petrol û budceyê û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan hate kirin.
Piştre Serokwezîr behsa projeyasaya çaksaziyê kir û tekezî li wê kir ku Hikûmeta Herêmê berdewam dibe bi proseya çaksaziyê de û dupat jî kir, armanc ji çaksaziyê, rêkxistina mûçe û dabeşkirina dahatan bi awayekî dadperwerane ye.
Mesrur Barzanî got, mûçe û mafên ti kesekî şayiste bi taybet kesûkarên şehîdan û zîndaniyên siyasî nayên birîn. Di wê derbarê de biryar hat dayîn, ronîkirinên pêwîst di derbarê parastina mafên kesûkarên şehîdan û zîndaniyên siyasî de bidin Parlemana Kurdistanê.
Birga duyem ya civînê, guftûgokirin derbarê projeya di çarçoveya karta giştî û karta taybet de bû, ku beşek ji karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Encûmena Wezîran, ligel piştevaniyê li wê projeyê dike ji bo bicihkirina projeya stratejî û xizmetguzariyê bi hevbeşiya karta taybet di çarçoveyeke yasayî de ron û eşkere ye û bi berçavgirtina berjewendiyên giştî ye.
Encûmena Wezîran di civînê de, Wezareta Plandananê raspard lêkolînên zêdetir di wê derbarê de bike û aliyên pêwendîdar bi pêşniyaz û têbîniyên xwe projeyê dewlemendir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin