Naveroka civîna hikûmeta Kurdistanê hat eskerekirin...
PeyamaKurd - Di civîna îro ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê de ku seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya çend mijarên girîng ên girêdayî reforman û komîteyên teknîkî yên danûstandina ligel Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, di despêka civînê de, serokê Civata wezîran ronahî xiste ser destpêkirina danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku heftîya buhirî, li Hewlêrê, şanda bilinda herdû alîyan civîyabûn û danûstandin li ser sê teweran encam dabûn: Petrol û Gaz, Budce û arîşeyên Darayî û deverên Kurdistanîyê derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê.
Amaje bi wê yekê jî hatkirin ku çend komîteyeke teknîkî hatîne pêkanîn bo gotûbêjkirinê li ser hûrgelîyan û herdû alîyan jî pêşnîyaz û karnemayên taybet amade kirine û biryare di van nêzîkan de berdewamîyê bidin gotûbêjan.
Dûv re gotûbêj hatkirin li ser çawanîya damezirandina Civata Giştîya Rajeyê li Herêma Kurdistanê bo rêkxistyina karûbarê fermanberan. Ev mijarê jî pişkeke ji piroseya çaksazîyê, ku di xîçên giştî yên bernameya kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê de hatîye.
Tewerek din yê civînê, gotûbêjkirin bû li ser rêkxistina dahata hindûrîya wezaret, deste û alîyên nehatîne girêdan bi wezareta darayî û abûrî ve û biryar hatdan hemû ew wezaretên ku dahat hene, gişt dahtên xwe vegerînin bo wezareta Darayîyê û pêdaçûn jî bi xercîyên tevatya wezaretan bihê kirin û dûv re jî li gor pêdivî û taybetmendîyê, pêwîstî û xercî yên her wezaretekê bihên dabîn kirin.
Civata Wezîran, herweha gotûbêj li ser piroje (yasa ya çaksazîyê di xanenişînî, mûçe, dermale û imtîyazatên din de li herêma kurdistanê) kirin û biryar hat dan ku gotûbêjê li ser bikin û bi zûtirîn dem bihê şandin bû perlemana Kurdistanê.
Di dawîya civînê de,Civata wezîran, wezaretên Şarewanî û Geştûguzar, Tendursitî, Navxwe û desteya Jîngeh raspart, hevahnegêyê li gel alîyên peywendîdarên din bikin bo amadekirina rênimayîyên pêwîst bo parastina can û selametîya geştiyaran û hemwelatîyan li cihên geştîyarîyên Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin