Naveroka civîna kabîneya hikûmeta Kurdistanê hat ragihandin

04 December 2019 21:24 0 dîtin
Naveroka civîna kabîneya hikûmeta Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiyan. Piştî civînê hikûmeta Kurdistanê ragihand ku çend pirsên girîng û encamên danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê  ligel Hikûmeta Iraqê û proje yasaya budçeya 2020an hatine guftûgokirin.

Hat zanîn ku di civînê de behsa pirsgirêk û astengiyên li pêş elektirîkê û projeyasaya wê jî hatiye kirin.

Derbarê danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, duhî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guftûgo bi Hikûmeta Federal re taybet bi pirsa budceya sala 2020an civiyabû û serok û endamên şandê hûrgiliyên rêkeftina di bin çavdêriya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budce hatibû encamdan, pêşkêş kirin.

Şanda Bexdayê da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser pirsa budceya sala 2020ê gihîştiye derencamên dawiyê. Ev jî yekem car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budceya federal de amade dibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwest, ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksiyonên Kurdistanî û firaksiyonên din ên Parlemantoya Iraqê dike, di qonaxa dahatî de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.