Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên girîng ji bo vîrusa korona derxist
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 25ê Sibatê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, parêzgarên herêmê û serperiştiyarên îdareyên Germiyan û Raperîn civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di daxuyaniya piştî civînê hat belavkirin de hat gotin, di destpêka civînê de, Serokwezîr Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser serdana hefteya borî ya şanda Hikûmeta Herêmê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchênê û hevdîtina Papayê Vatîkanê û berpirsên bilind ên Îtalyayê. Serokwezîr amaje bi wê da, ku pêşwaziyeke hêjayî û girîng li şanda Herêmê hat kirin, ku nîşan da pêgeheke gelekî girîng a Herêma Kurdistanê heye û civaka navdewletî bi çavê rêzê li Herêma Kurdistanê dinêre û pêzanîna wê bo rola Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna tundrewî û pêkvejiyana olî de heye.
Piştre Serokwezîr amaje bi hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekezî li wê kir, ku divê dam û dezgehên fermî û destûrî yên Herêma Kurdistanê biryarê li ser awaya beşdariya nûnerên Herêma Kurdistanê bide û aliyên Herêma Kurdistanê jî li ser vê babetê yekhelwest in.
Di civînê de herwiha guftûgo derbarê plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna metrisiya vîrusa Korona hatin kirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî raportek derbarê dawî zanyarî û pêşhatên wê vîrusê û pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê pêşkêş kir.
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê da, ku selametî û parastina jiyana welatiyan di serweriya her tiştî de ye û ew her hewlekê didin û rênimayên pêwîst digirin ber, ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê.
Biryarên Hikûmeta Kurdistanê bo rêgiriya vîrusa koronayê wiha ne:
- Rojane zanyariyên durist û rênimayên pêwîst bi riya dezgehên ragihandinê re ji raya giştî re bêne ragihandin.
- Ji roja Çarşemê 26. 02. 2020an ve li tevahiya navendên xwendinê, dibistan, baxçe û peymangehên hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê heta roja 10. 03. 2020an bibe bêhnvedana fermî.
Derbarê zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybet jî ji roja Şemiyê 29. 02. 2020an û heta 10. 03. 2020an bibe bihnvedana fermî. Piştre jî ji 11 heta 23. 03, 2020an bihnvedana salana ya Buharê dibe û di roja 24. 03. 2020an proseya xwendinê destpê dike. Heru wezîrat jî rojên bihnvedanê di çarçova sala xwendinê de qerebû dikin.
- Biryar hat dayîn geşta ne pêwîst li navxweya Herêma Kurdistanê, yan ew geştiyarên din ên Iraqê têne Herêmê heta demeke diyarkirî bê sînordarkirin û pişkinînên pêwîst jî ji hemû geştiyarên tên Herêma Kurdistanê re bê kirin.
- Bi ti awayekî rê nayê dayîn kelûpel li bazarên Herêma Kurdistanê bêne gorxkirin û buhakirin û rênimayên yasayî yên tund li hember serpêçan tên girtin. Çav ji bo pişknîna bijîşkî ji kesên têne Herêma Kurdistanê re nayê girtin.
- Hikûmeta Herêmê dilniyabûnê dide ku tevahiya pêwîstiyên welatiyan dabîn dike û tevgera bazirganiyê jî bi liberçavgirtina rênimayên tenduristî berdewam dibe.
- Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aboriyê raspard ku pêwîstiyên parêzgehan û îdareyên serbixwe dabîn bike. Pêşniyazên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê jî hatin pesendkirin û her du wezaret raspard bo wan bicih bikin.
- Encûmena Wezîran daxwaz ji welatiyan dike ku hevkarê bicihkirina plan û rênimayên dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê bin û rênimayên xweparastinê jî li ber çavan bigirin û bicih bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin