Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên nû derbarê wergirtina bacê de da

11 January 2021 13:31 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên nû derbarê wergirtina bacê de da

PeyamaKurd – Di çarçoveya qanûna çakasiyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derbarê sîstema wergirtina bacê de da.

Li gor Berpirsê Giştî yê Karûbarên Bacê li Herêma Kurdistanê Kemal Teyîb di civîneka rojnamevaniyê de diyar kir, Hikûmeta Kurdistanê, di çarçoveya qanûna çaksaziyê de çend biryarên nû di warê wergirtina bacê de da.

Herwiha Kemal Teyîb da zanîn, êdî kompaniyên gihandin û peywendiyan yên mîna Korek Telekom, Asia Cell û Zain dê bacê bidin. Bi vî rengî bi milyar dînar vedigere xezîneya giştî.

Teyîb destnîşan kir, divê kompaniyên înternetê bacê bidin Hikûmetê û got, kompaniyên neftê jî dê bacê bidin. Heta niha beşek mezin ji wan xwe ji dayîna bacê dizîne lê divê êdî bidin.

Berpirsê Giştî yê Bacê eşkere kir û got, divê karmendên biyanî yên ku di sektora petrolê de kar dikin jî, bacê bidin. Ji ber ku çavkaniya dahata wan, Herêma Kurdistanê ye, ne welatekî din.