Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê zarokên sêwî de biryarek derxist

26 November 2019 14:40 0 dîtin
Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê zarokên sêwî de biryarek derxist

PeyamaKurd - Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê zarokê sêwî û bêxewedî biryarek derxist ku li gorî berjwendiya wan zarokan e.

Rêvebera giştî ya mafê mirovan li desteya serbixwe ya mafê mirov li herêma Kurdistanê Tavge Omer ragihand, encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi biryara 29 a sala 2019an ve peyrewa ku zarokên sêwî ji malbatên bêzarok re bên dayîn û li gor pejirandinên yasayî û razîbûna saziyên fermî ew biryar pejirand.

Tavge Omer raiehand, li gor heman biryarê dive wezareta karûbarên civakî, çaksazî di malên hikûmetê yên xwedîkirin û çavdêriya zarokan de bike û pêwîstiyên wan dabîn bike.

Omer ew biryara encûmena wezîran bi pêngavekî giring ji aliyê perwerdeya psîkolojî û bedenî ya wan zarokan de pênase kir, ku bi her çi sedemekî be malbata xwe ji dest dane.