Kurdistan | Ji bo rûbirûbûna koronayê 10 biryarên nû hatin derixistin...

27 July 2021 16:34 0 dîtin
Kurdistan | Ji bo rûbirûbûna koronayê 10 biryarên nû hatin derixistin...

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî bidawîbûna civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihand, rewşa Herêma Kurdistanê ber bi metirsiyê ve diçe.

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê îro Sêşemê li ser rewşa zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê civiya. Piştî bidawîbûna civînê jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar adil biryarên nû ragihandin.

Biryarên nû wiha ne:

1- Divê karmendên cihên olî, bazar, mol, xwaringeh û kafêtêryan vaksînê werbigirin yan testa Koronayê ya 72 demjimêran kiribin.

2- Divê hemû karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vaksînê werbigirin û bi mask dewam bikin.

3- Rê nayê dayîn bi ti awayekî geştiyar bê wergirtina vaksînê yan testa 48 demjimêran derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

4- Her kompanyayeke geştiyariyê testên sexte pê bin, ew kompanya dikeve lîste reş û rê nayê dan ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

5- Danîna maskan li dezgehên hikûmî û cihên giştî û geştiyariyê ji bo kesên ku vaksîn wergirtine jî tê sepandin.

6- Hemû civîn û konferans û çûna ser goran tê qedexekirin.

7- Melevangeh û cihên werzişê bi mercê cibicîkirina rênimayên tendirustiyê, vekirî dimînin.

8- Holên sînema û holên boneyan yên di nava hotelan de tên girtin.

9- Danîna konên şîn û teziyan tên qedexekirin.

10- Cihên olî bi cibicîkirina rêkarên tendirustiyê vekirî dimînin.

Hat diyarkirin ku ev rêkar ji bo heyama hefteyekê têne cibicîkirin û Komîteya Bilind roja 3/8/2021ê careke din dicive û nirxandineke din ji rewşê re dike.