Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê çend biryarên nû da
PeyamaKurd – Bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê (Covid-19) do Sêşemê 4ê Kanûna 2022yan civiya û piştî pêşkêşkirina raporta Wezareta Tendirustiyê, di civînê de çend biryar hatin dayîn.
Biryarên nû yên Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê wiha ne:
Yekem: Dirêjkirina dema wergirtina derziyê ji aliyê hemû karmendên hikûmetê ve heta 20ê Kanûna 2022yan. Karmendên ku pabendî biryarê nebin, li gor yasaya tendirustiya giştî muamele ligel wan dê were kirin.
Duyem: Encamdana testa Koronayê li deriyên sînorî ji bo hemû geştyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, heta kesên ku karta wan a derziyê jî hebe, lê belê kesên ku testa wan a Koronayê ya beriya 48 saetan hebe, ne tê de.
Sêyem: Lijneya Bilind biryar da, ku Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi hemahengiya ligel yekeyên îdarî di rojên bê de rênimayên taybet li ser danîna konên şînê derbixe.
Çarem: Komên geştyariyê divê beriya 48 saetan testa Koronayê kiribin, an jî karta wan a derziyê hebe.
Pêncem: Divê hemû welatiyên derzî wergirtine an wernegirtine, li hemû cihên giştî yên girtî yên weke saziyên hikûmetê, market, restoran, cihên bazirganiyê, kompaniyan û cihên din ên sektora taybet, pabend bin bi bikaranîna maske û mesafeya 1,5 metre di navbera hev de.
Şeşem: Piştî roja 01/02/2022yan bêyî karta derziyê yan testa Koronayê ya beriya 48 saetan, ji bo ti kesî rê nayê dayîn ku serdana cihên giştî bike weke saziyên hikûmetê, market, restorant, cihên bazirganiyê, kompaniyan û holên merasîman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin