Kurdistan | Di 24 saetên dawî de ti mirinên ji koronayê nehatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê li bajarên Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê 29 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ti haleteke mirinê di nav 24 saetên borî de ji ber vîrusa koronayê çênebûye.
Wezareta Tenduristiyê diyar kiriye ku 29 kesên bi vîrûsa koronayê ketine ji wan 17 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 8 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat eşkere kirin ku 279 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiyê ve heta niha 7 hezar û 424 kes ji ber koronayê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin