Lijneya Bilind a Koronayê çend biryarên nû distîne

03 August 2020 19:42 0 dîtin
Lijneya Bilind a Koronayê çend biryarên nû distîne

PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê, îro dicive û derbarê rêkar û rênimayiyan de hejmarek biryarên nû dide.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku çend biryar li ber dest in û di civînê de dê werin gotûbêjkirin.

Dr. Saman Berzincî da xuyakirin, “Îro dê civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê were kirin û çend biryar û rêkar û rênimayî li ber dest in, piştre dê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve biryar werin dayîn, ev ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa koronayê ye, da ku rêje were kêmkirin û rewş heta astekê were asayîkirin.”

Berzincî eşkere kir: “Piraniya kesên ku bi vîrûsa koronayê dikevin, pêwîstiya wan bi razana li nexweşxaneyê heye û beşek ji wan jî pêwîstiya wan bi oksîjen û çavdêriya sift heye. Di van çend rojan de li cihên geştyariyê qerebalixî û gelek lihevketin heye û welatiyên me pabend nabin, ev jî metirsîdar e.”

Wezîrê Tendirustiyê tekez kir: “Em ji bo ku di civîna me ya îro de çend biryar derbarê rêkar û rênimayiyên nû de bidin, dişêwirin. Ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê.”

Dr. Saman Berzencî destnîşan kir; hemû pêdivî zêde zêde li nexweşxaneyên taybet ên koronayê hatine dabînkirin, lê ji bo kêmkirina hejmara pêketin û mirinê, çareseriya sereke xweparastina ji vê vîrûsê ye.

Berzencî bal kişand ser wê yekê ku ji ber pabendnebûna welatiyan, wan berî niha pêşbînî dikir ku rewş dê bigihîje vê astê.

Li gor amara dawî ya Wezareta Tenduristiyê 14 hezar û 468 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û 560 kesan jiyana xwe ji dest dane.