Li Hewlêrê du navendên din ên testên koronayê hatin vekirin

25 August 2020 16:36 0 dîtin
Li Hewlêrê du navendên din ên testên koronayê hatin vekirin

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê du navendên din yên testkirina vîrusa Koronayê hatin vekirin.

Rêveberiya giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ragihand, ji bo ku test û pişkinîna welatiyên bi Koronayê ketine, hêsan bibe, du navendên din yên testa Koronayê li Hewlêrê hatin vekirin.

Tenduristiya Hewlêrê da xuyakirin, yek ji wan navendan li sentera tenduristî ya Mela Fendî ye û ya din jî li sentera tenduristî ya Nazdar Bamernê ye.

Hat diyarkirin navenda testê ya Nazdar Bamernê ji bo karmendên şîrketan û saziyên sivîl e.