Li Hewlêrê çend haletên din ên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, li parêzgeha Hewlêrê 5 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li parêzgeha Hewlêrê 5 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
Li gorî daxuyaniyê zilamekî 49 salî, jineke 23 salî û keçeke 14 salî li qezaya Soranê bi vîrusa koronayê ketine.
Herwiha, Zilamekî 67 salî li nahiya Simêlan û kurekî 18 salî li nahiya Kesnezan jî bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin