Parêzgerê Hewlêrê li ser çend bûyerên kustinê yên rojên borî li Hewlêrê pêk hatin axivî
PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de diyar kir, herçend tedbîrên Hikûmetê yên ji bo nehiştina bûyerên kuştinê tund bin jî, lê dîsa bûyerên kuştinê pêk tên.
Îro 20.11.2021ê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, di civîneke çapemeniyê ya derbarê çend bûyerên kuştinê yên rojên borî li Hewlêrê pêk hatin de axivî û da zanîn: ‘‘Li hemû civakan û li hemû welatan bûyerên wiha tên dîtin û rast e bûyerên gelek nexweş in.’’
Herwiha eşkere kir: ‘‘Me helmetekê dest danîna ser çekên bê molet ragihand, ew helmet çend rojan berdewam bû û dest li hejmarek çekên xelkê jî hatin danîn. Lê bi piştrastî ve rastiya welatê me jî wisa ye, ku em li navçeyekî jiyan dikin berdewam şer û alozî lê hene. Bandora wê jî heye ku bi asanî çek dikeve dest hemwelatiyan. Niha jî yasaya hilgirtina çek tê nûjenkirin û amadekarî hatiye kirin ku tedbîrên vê derbarê de bên tundkirin.’’
Umêd Xoşnaw destnîşan kir: ‘‘Ew bûyerên ku pêk hatin, bûyerên nayên xwestinê ne û wek Hikûmet û Parêzger jî em gelek jê nîgeran in, bi piştrastî jî wê tedbîrên yasayî bên girtin.’’
Parêzgerê Hewlêrê diyar kir: ‘‘Herçend tedbîrên Hikûmetê û saziyên polîs, asayîş û yasayên me tund in jî, lê nabe hişyariya hemwelatiyan, ku bê wate û li ser mijareke ewqas ne girîng jî dibe sedem ku bê mezinkirin û xelk jiyana xwe ji dest bidin.’’
Ji aliyê din ve jî li ser pirsa qerebûkirina ziyanlêketiyên lehiya Hewlêrê jî Umêd Xoşnaw da zanîn, piştî dawîhatina proseya qerebûkirina wan kesên di lehiya Hewlêrê de ziyan gehiştiye malên wan, niha jî wê dest bi qerebûkirina wan kesan bê kirin ku ziyan gihîştiye otomobîlên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin