Hewlêr | 11 tohmetbarên serekî yên bûyerên kustinê li Hewlêrê hatin girtin
PeyamaKurd – Di sê rojên borî de, 11 tohmetbarên serekî yên bûyerên kuştinê li Hewlêrê hatin girtin.
Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz îro di civîneke çapemeniyê de girtina 11 tohmetbarên serekî yên bûyerên kuştinê di heyama 3 rojên borî de eşkere kir.
Tewanê yekem:
Roja 26.05.2021ê di saet 12:30an de, tewanê kuştinê li taxa jiyan a Hewlêrê pêk hat û kesek bi navê Dilşad Enwer Ebdula bi kêrê ji aliyê cîranekî xwe ve hat kuştin, hêzên polîsan 4 tohmetbarên bi navên C.M.K – R.M.K. – G.T.M. û S.T.M li gor madeya 406 a yasaya ceza girtin û radestî dadgehê kirin.
Tewana duyem:
Roja 27.05.2021ê di saet 12:30an de, tewaneke kuştinê li taxa Jîn a ser bi nahiyeya Daretû pêk hat û kesek bi navê Pola Yusif ê temen 23 salî hat kuştin û piştî ew tohmetbarê C.M.S yê 18 salî hat girtin û dest danîn ser çeka wî ya demançe û li gor madeya 406 radestî dadgehê hate kirin.
Tewanê sêyem:
Roja 28.05.2021ê di saet 04:30an de, tewaneke kuştinê li gundê Kolek a ser bi nahiyaya Şawês pêkhat. Lêkolînê de derket kesekî bi navê Mihemed Rehman Xalîd ê teman 22 salî hatiye kuştin û tohmetbarê serekî yê bi navê R.X.Q yê temen 56 salî hat girtin.
Tewanê çarem:
Hêzên rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê, piştî pêdeçûnê û wergirtina zanyariyan li ser hebûna tohmetbarekî li Hewlêrê, roja 27.05.2021ê tometbar Ê.S.A girtin ku roja 23.05.2021ê kesek li Bexdayê bi navê Elî kuştiye û reviyaye Hewlêrê û xwe veşartibû, ku bireva Tirkiyê û li gor madeya 406 li Hewlêrê hate girtin.
Tewanê pêncem:
Hêzên rêveberiya polîsê Hewlêrê, roja 28.05.2021ê tohmetbarek girt ku fermana girtina wî hebû û li gor madeya 405 radestî dadgehê hate kirin.
Tewanê şeşem:
Hêzên polîsê parêzgeha Hewlêrê tohmetbarek bi navê H.Ê.A girtin û dema girtina wî de jî bombeyekî destî ve li dij polîs rawesta, lê pişt re hat girtin, ji ber fermana girtina wî berê de hebû û li gor madeya 495 a yasaya ceza hate girtin. Li gel wî jî bombeyekî destî, keleşnîkofek û madeyên hişbir hebûn dest li ser hate danîn.
Berdevkê polîsê Hewlêrê destnîşan kir, hemû bûyerên kuştinê jî ji ber pirsgirêka malbatî û civakî pêk hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin