Çend cadeyên serekî yên Hewlêrê tên girtin
PeyamaKurd – Çend cadeyên serekî yên Hewlêrê, ji ber qerebalixiya sersalê tên girtin.
Rêveberiya Trafîka Hewlêrê diyar kiriye, ji ber çalakiyên pîrozkirina sersalê, tê pêşbînîkirin ku li çend deverên Hewlêrê qerebalixî çêbibe ji ber wê jî biryar dane çend cadeyên bajêr bên girtin û hatinçûna otomobîlan tê de qedexe be.
Li gorî daxuyaniya trafîkê, ew cadeyên ku tên girtin, ev in:
*Çarrêya Îskan heta Baxçê Birûsk
*Çarrêya Gel heta nav bazara giştî
*Çarrêya Mîdya heta bazara giştî
*Çarrêya Parêzgariyê heta bazara giştî
*Dawiya cadeya Hemra
*Pêşiya Family Mall (tenê aliyek)
Rêveberiya Trafîkê eşkere kiriye, tu çalakiyeke fermî ji bo pîrozkirina sersalê nayê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin