Li Hewlêrê ji bo bergiriya Covid-19ê çend tevdîrên din hatin wergirtin
PeyamaKurd - Bo rêgiriya li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) û xweparastina li vîrusê parêzgeha Hewlêrê çend biryarên nû hatin derxistin.
Îro Şemiyê (07.03.2020) beşa ragihandina parêzgeha Hewlêrê li ser hesabê xwe yê fermî yê facebookê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê yekê kir ku ji ber berjewendiya giştî û bo xwe parastina ji Covid-19ê û parastina jiyana hemwelatiyan li ser fermana parêzgerê Hewlêrê çend biryarên nû hatin derxistin.
Ew biryar wiha ne:
- Ji 8ê Adarê heya 1ê Nîsanê dê hemû kuaforên jinan, navnedan ciwankariyê û cihên vexwarina alkole bêne girtin.
- Cihên lîstikên zarokan li hemû qadan, bexçeyan giştî û firoşgeh heya 1ê Nîsanê dê werin daxistin.
- Li gor rewşê ger pêwîst bike dem dê bê dirêj kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku testa Koronayê bo 27 kesan hatiye kirin û di encamê de testa jinekê pozîtiv derketiye. Li gor wê daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ew jina ku bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketiye, temenê wê 33 sal e û ji Hewlêrê ye.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer di çarçoveya tevdîran de ragihandibû ji ber rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona (Covid-19), tevahiya rahênankirina Pêşmerge hatine rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin