COVID-19 | Besek ji derziyên Pfizer ên Amerîkayê sandine gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku mîqdarê 23 hezar dozên Phizer ê Amerîkayê ku weke alîkari ji Iraqê re hatibûn şandin gihîştin Hewlêrê.
Rêveberê Xweparêziyê li Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê Serheng Celal eşkere kir ku roja Şemiyê 14ê Tebaxê 23 hezar dozên derziya korona ya Pfizerê ku Amerîkayê ji Bexdayê re şandine gihîştin Hewlêrê.
Serheng Celal daye xuyakirin ku ew dozên derziyên koronayê yên gihîştine Hewlêrê li navendên lêdana derziyan wê bêne dabeşkirin.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê di çarçoveya 500 hezar doz alîkariya derziyên koronayê de, beşek ji wan derziyan roja Pêncşemê şandibû Bexdayê daku li ser parêzgehên Iraqê were dabeşkirin û pişka Herêma Kurdistanê jî were şandin.
Serheng Celal daye zanîn ku Îro Yekşemê jî beşek ji wan derziyên Amerîkayê şandine digihin Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin