Amerîka: Siûdî li deverê hevbeseke girîng a Amerîkayê ye
PeyamaKurd – Qesra Spî ya serokatiya Amerîkayê daxuyaniyek li ser têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê de belav kir û diyar kir: “Siûdî li deverê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye.”
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, zêdetirî 80 salan e, Siûdî li deverê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û ev hevbeşiya han wê wisa jî bimîne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev ne rast e ku tê gotin qaşo Serokê Amerîkayê Jeo Biden gotiye lazime Amerîka Siûdiye bide aliyekî û pêwendiyên xwe yên li gel Siûdiyeyê ji ber çav re derbas bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin