Naveroka nameya Biden hat eskere kirin: Herêma Kurdistanê hevbeseke girîng a Amerîka ye
PeyamaKurd – Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller îro 30yê Adarê nameya Serokê Amerîka Joe Biden gihandibû Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê naveroka nameya Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir û Biden di nameyê de dibêje, Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pabendiya berdewam û demdirêj a welatê xwe ji bo aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan daye
Hat diyarkirin ku Biden di nameyê de êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevahengiya bihêz û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan dide û dide zanîn, wê pabendiya Amerîkayê ji bo berdewamiya piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge berdewam bike.
Di beşeke din a nameyê de jî Joe Biden destnîşan kiriye, Amerîka Herêma Kurdistanê aram, seqamgîr û geş û weke beşeke sereke ji bo Iraqeke seqamgîr û geş dibîne.
Di dawiya nameyê de Biden cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û hemû gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin