Naveroka nameya Trump a ji Biden re nivîsîbû eskere bû
PeyamaKurd – Naveroka nameya Donald Trump ya ji serokê nû yê Amerîka Joe Biden re nivîsîbû, eşkere bû.
Serokê nû yê Amerîka Joe Biden, do sûnd xwar û bi fermî bû serokê Amerîka, lêbelê Trump beşdarî rêûresma sûndxwarinê nebû.Trump beriya ku Koşka Spî biterikîne, nameyek ji Biden re nivîsîbû.
Piştî ku Biden sûnd xwar, di demeke kin de naveroka nameya Trump jî eşkere bû.
Trump di nameya ku gelekî kurt e, wiha nivîsiye:
“Joe! Tu dizanî, ez bi ser ketim!”
Trump bi vê peyama kurt dide zanîn, bi kirin û tevgera xwe bi ser ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin