Naveroka nameya UNESCOyê ya bersiva serlêdana perwerdeya Kurdî hat eskere kirin
PeyamaKurd – Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) 18ê Sibata 2021ê ji bo mafê perwerdeya bi zimanî Kurdî daku zextê bi taybet li Tirkiyê bikin serî li bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY), UNESCOyê dabû û demek berê jî UNESCOyê bi nameyekê bersiva HEZKURDê dabû.
Berdevkê HEZKURDê Barji Celalî li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke rojnamevanî naveroka wê nameya ku UNESCOyê ji wan re şandiye eşkere kir.
Rêxistina Çand û Zanistê ya NY UNESCO, di nameya ku li ser navê dîrektora giştî ji aliyê Stefania GIANNINI ve hatiye şandin de, dibêje; “Ji ber ku we ev mijar aniye rojeva me em spasiya we dikin û qet nekevin gumanê ku em vê mijarê ji nêzîk ve dişopînin.”
Di nameya ku bi Fransî hatiye şandin de, tê gotin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ya bi awayekî kalîte rêzgirtina li prensîbên UNESCOyê ku divê zimanên cuda bi bernameyên taybet di pratîkê de perwerdeya wan bê kirin.
Di nameyê de rêzgirtina li ziman û çandên cuda tê bibîrxistin û ji dewletan tê xwestin, “Ji ber vê jî dewletên endamên UNESCOyê pirçandî û pirzimaniyê esas bigirin û pêkvejiyana çand û zimanan biparêzin. Em ji ber vê jî dewletan hişyar dikin. Li ser bingeha pirçandî û pirzimanîyê em bi bîr dixin ku pêwîste ziman û çandên cuda nas bikin û ji bo jiyandina wan li gorî rêzikên UNESCOyê tevbigerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin