UNESCOyê bersiva serlêdana HezKurdê ya ji bo zimanê Kurdî da
PeyamaKurd – UNESCOyê bersiva serlêdana HezKurdê ya di derbarê zimanê Kurdî de da û di bersiva xwe de tekezî li ser rewatiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê kir.
Li gor Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi daxuyaniyekê diyar kir, Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bersiva serlêdana wan a derbarê Kurdî de daye.
HezKurdê bersiva UNESCOyê ya ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî wek “mizgînî” binav dike û dide zanîn: “Di bersivê de, rewatiya doz û daxwaza Zimanê Kurdî bi awayekî bi hêz û fermî tê dayîn. Bilêvkirina piştgiriya ji bo HezKurdê jî tê dûbarekirin.”
Herwiha li gor daxuyaniya HezKurdê, UNESCOyê tekez kiriye: “Di warê rewatiya perwerdehiya pirzimanî de li dibistanan, UNESCO binê gelek xalên girîng jî xêz dike.”
HezKurd eşkere dike: “Em vê mizgîniyê wek destkeftek dîrokî dibînin ji bo Miletê Kurd û soz didin ku xebat û danûstandinên me yên li gel UNESCO û Neteweyên Yekbuyî dê bi awayekî bihêztir berdewam bin.”
Di berdwamiya daxuyaniyê de HezKurd diyar dike, ew dê “hemû naveroka bersiva UNESCOyê, di demeke nêzîk de bi civîneke çapemenîyê” bi raya giştî re eşkere bikin.
HezKurd herwiha 15 Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li netewa Kurd pîroz dike.
HezKurdê ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê û bikeve bin parastineke yasayî, serî li UNESCOyê dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin