Diyaneta Tirkiyê bêyî binavkirina zimanê Kurdî, bersiva daxwaza ‘Xutbeya Kurdî’ da
PeyamaKurd – Saziya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê, bersiva daxwaza xutbeyên Kurdî da ku ji bilî Kurdî bi 8 zimanan ew xutbe têne dayîn.
Diyanet xutbeyên înê û cejnan li ser sîstema e-devletê bar dike û welatî dikarin bi zimanên Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî, Îtalî û Spanî bixwînin.
Diyanetê bersiva serlêdana Serokê Komeleya Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphi Ozgen da ku daxwaz kiribû zimanê Kurdî jî li Xutbeyên Înê bê zêdekirin.
Bersiva serlêdanê bêyî ku navê Kurdî tê de cî bigire hate dayîn û hatiye gotin, ew li ser berfirehkirina zimanan dixebitin.
Bersiv hat lê ne bes e.
— Av Suphi Özgen (@avsuphiozgen) January 8, 2024
Cevap geldi ama yeterli değil.
Ji ber ku Serokatîya Karên Dîyanetê di nav 8 zimanên ku di înternetê da xûtbê dinivîsin; me bertek dabû û me daxwaz kiribû him di nav xûtbeya dîgîtal da cîh bidine Kurdî û him jî li herem/bajarên ku piranîyan wan Kurd in… pic.twitter.com/B59XCdwvbt
Suphi Ozgen li ser hesabê xwe yê Xê bersiva Diyanetê belav kir û wiha got: “Bersiv hat lê ne bes e. Ji ber ku Serokatiya Karên Diyanetê di nav 8 zimanên ku di înternetê de xutbeyê dinivîsin; me bertek dabû û me daxwaz kiribû him di nav xutbeya dîjîtal de cih bidine Kurdî û him jî li herem/bajarên ku piraniya wan Kurd in xizmeta fîîlî ya xutbeyê jî bi Kurdî bidin. Baş e ku gotin e, em ji bo berfirehikirinê dixebitin. Em ji saziyên dewletê daxwaz dikin êdî di xizmetên giştî de Kurdî jî bi kar bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin