Serokê karên diyaneta Tirkiyê Erbas li Vatikanê bi Papa Fransuva re hevdîtin kir

13 April 2024 19:04 0 dîtin
Serokê karên diyaneta Tirkiyê Erbas li Vatikanê bi Papa Fransuva re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê karên Diyaneta Tirkiyê Ali Erbaş bi sedema civîna giştî ya Weqfa Diyaneta Îtalyayê çû Îtalyayê û di çûna xwe de seredana bi serokê ayînî yê alema Katolikên dinyayê bi Papa Papa Fransuva re hevdîtin kir.

Erbaş, di hevdîtina bi Papa re nameya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku naveroka wê mijara Fîlîstîn-Îsraîl û banga aştiyê bû, da Papa.

Piştî hevdîtina Erbaş bi Papa re, ji bo çapemeniyê ragihand ku ji bo xizmeta Weqfê li Îtalyayê ye û bi Papa re hevdîtinekî baş kiriye. Erbaş weha got:

“Min nama serokkomarê Erdoğan ku tê de mijara Fîlîstîn-Îsraîlê û mijarên rojeva dinyayê hebûn teqdîmî Pap kir. Serokkomar di nama xwe de ragihand ku heya mesela Filistin-Îsraîlê çareser nebe nabe, li Rojhilata Navîn aştî bibe, divê dewleta Fîlîstînê li ser sînorê esasî yê sala 1967an ava bibe, dewleta Fîlîstînê serbixwe, desthilatdar û xwediyê yekîtiya axa xwe be.”