Wezîrê karên derve yê Îsraîlê: Em ê têkiliyên bi Tirkiyê re di ber çav de derbas bikin

28 October 2023 20:41 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê: Em ê têkiliyên bi Tirkiyê re di ber çav de derbas bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Eli Cohen, piştî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di xwepêşandana ji bo Fîlîstînê ya Îstenbolê de axifî, Cohen got:

“Ji ber daxwuyaniyên tund ji Tirkiyê hatin kirin, me ferman da ku temamê xebatkarên me yên dîplomat ji Tirkiyê vekişin. Em ê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re ji nûh de, di ber çav de derbas bikin.”

Erdoğan di axaftina xwe de gotibû ku wê Îsraîlê sûcdar îlan bikin. Li aliyê dinê balyozê Îsraîlê yê Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medyayê de parvekir ku Hamas rêxistinekî terorîst e.