General Odierno: Kurdistan ji bo me hevbeseke girîng e, divê Amerîka ewlekariya wê biparêze
PeyamaKurd - Generalê berê yê artêşa Amerîkayê Ernest Odierno ragihand ku herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng ya Amerîkayê ye û divê Washington ewlekariya wê biparêze.
General Odierno ji K24ê re got ku ew ji sedî 100 piştgiriya şandina sîstema berevaniya asmanî ji bo Herêma Kurdistanê dikin diyar kir: “Ji ber ku Kurdistan ji bo me hevbeşeke girîng e û niha pêwîstiya wan bi sîstema berevaniya asmanî heye û ew gelek caran rastî gefa Îranê û hevpeymanên wê de dibe.”
Odierno got: “Ez bi hêvî me ku ew projeyasa ji Encûmena Senatoyê re derbas bibe, lê ez ne piştrast im ku Serok Biden wê îmze bike yan na, lê di berjewendiya me de ye ku em alîkariya parastina asayîşa Herêma Kurdistanê bikin.”
Li ser ser pirsa biryara bicîkirina sîstemên berevaniya asmanî li Herêma Kurdistanê ji Pentagonê hatiye dayîn yan na? Odierno got: “Du rê hene ji bo wê yekê, yan Pêşmerge ji bo bikaranîna wan were perwerdekirin, yan jî Amerîkî dikarin bi xwe çavdêriya wan li navçeyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin