Amerîka: Em destpêkirina danûstandina yekser a Îran û Siûdî girîng û erênî dibînin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê piştgirî da destpêkirina danûstandina navbera Îran û Erebistana Siûdî û wekî pêngaveke girîng û erênî nirxand.
Cîgira alîkarê wezîrê derve yê karûbarên Îran û Iraqê yê Nivîsgeha Rojhilata Jêrîn ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Jennifer Gavito di serdana xwe ya li pêşengaha Expo Dubai 2020 de, mijara hevdîtinên yekser ên Îran û Erebistana Siûdî nirxand.
Li gorî nûçeya CNBC Gavito got: “Em destpêkirina danûstandinên yekser di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî dinirxînin. Em danûstandinên yekser yên ku wê ewlehî û îstiqrarê li herêmê mayînde bikin erênî dibînin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd piştrast kiribû ku meha borî, gera yekemîn a danûstandinên yekser di navbera welatê wî û hikumeta Îranê ya nû de pêk hatiye û herî dawî jî 21ê Îlonê şandên herdu welatan civiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin