Îran: Eger Amerîka êrîsê baregehên Sûriyê bike em ê yekser bersiva wan bidin

25 March 2023 22:07 0 dîtin
Îran: Eger Amerîka êrîsê baregehên Sûriyê bike em ê yekser bersiva wan bidin

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku berdevkê Konseya Bilind ya Ewlehiya Îranê Keywan Xusrewî li ser şerê navbera grûbên bi desteka Îranê yên li Sûriyê û hêzên Amerîka de daxwuyaniyan daye. Xusrewî gotiye ku hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê qanûnî nîne û weha dewam kiriye:

“Amerîka xwe ji îşxala qismekî Sûriyê ya li dijî qanûn dûr dike. Artêşa Amerîkayê sûcdariyên nerewa li dijî Îranê dike. Li Sûriyê baregehên ku bi armanca li dijî DEAŞê û terorê bi daxwaza hukumeta Sûriyê hatine danîn, eger bi bahaneyekî êrîşê ser wan bike, em ê yekser bersivê bidin.

Amerîka ji bo Sûriyê bêîstîqrar bike xebatên xwe zêde kiriye. Amerîka ji ber ji bo hedefên xwe yên siyasî yên li Iraqê û Sûriyê baz bide, DEAŞ ê destek dike. Di 2 mehên dawiyê de helîkopterên Amerîkayê ji bo îstîqrara Sûriyê xerab bike, çend caran firiyane û kiriye ku DEAŞ li ser axa Sûriyê herin deverên din.”

Grûbên bi desteka Îranê yên li Sûriyê do li bajarê Hasekiyê tesîsekî koalisyona di bin serpereştiya Amerîkayê de bi balafirên bê ajotvan xistiye, bûye sedema kuştina leşkerekî Amerîkayê û birîndariya 6 xebatkaran. Di pey de Amerîka li baregeha grûbên bi desteka Îranê xistibû.