Koma alîgirên Îranê hisyarî da: Eger Amerîka careke din êrîs bike, em ê pabendî ti rêkeftinê nebin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên nêzîkî Îranê ku xwe wek rêxistina "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" didin nasîn, hişyarî dan ku eger Amerîka careke din êrîşî wan bike, ew ê pabendî ti rêkeftinê nebin. Rêxistinê herwiha diyar kir ku eger qada hewayî ya Iraqê ji bo êrîşên li dijî Îranê were bikaranîn, ew ti sînoran nas nakin.
Ev hişyarî piştî ku di 31ê Tîrmehê de 4 çekdarên Heşda Şeibî li Babilê hatin kuştin, hat dayîn.
DYAyê ragihand ku berpirsyariya êrîşê girte ser xwe.
Piştre, di 5ê Tebaxê de, êrîşek bi roketan li dijî baregeha Eyn el-Esed li Enbarê pêk hat û di encamê de 5 leşkerên Amerîkî û 2 peymankar birîndar bûn.
“Berxwedana Îslamî” di daxûyaniya xwe de herwiha hişyarî da ku “ew ti sînoran nas nakin” eger rê bê dayîn ku esmanê Iraqê ji bo êrîşên li dijî Komara Îslamî ya Îranê were bikaranîn.
Ev daxuyanî di demekê de hat dayîn ku Îranê gefa tolhildanê li Îsraîlê ji kuştina Îsmaîl Heniyye, serokê berê yê buroya siyasî ya Hamasê li Tehranê xwaribû. Ji aliyê din ve Amerîka ragihand ku ew bi tevahî piştgirî dide Îsraîlê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin